Mijdar 09, 2020 00:02 Asia/Tehran
  • Zerîf: Cîhanê çavên xwe berdane rêveberên nû yên Amerîkayê ka çi dikin

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê derbarê ragihandina encama hilbijartina serokomariya Amerîkayê bertek nîşan da û xwest ku rêber û rêveberên nû yên Amerîkayê dest ji zordariyê berdin û vegerin ser çend alîtiyê, hevkarî û rêzgirtina ji peyman û qanûnên navneteweyî re.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf îro li Twîtterê de desnîşan kir ku gelê Amerîkayê gotina xwe bi dengê xwe anîn ziman û niha Cîhanê çavên xwe berdane rêveberên nû yên Amerîkayê ka çi dikin, gelo ew ê şêwazên xirabkarî, derveyî qanûnan û zorbêjî yên Rejîma Trump ku nêzîkî dawiya xwe bûye bikar neynin? Û ewê vegerin ser çend alîtiyê, hevkarî û rêzgirtina ji peyman û qanûnên navneteweyî re?.

Zerîf herwiha nivîsiye: Şeref, berjiwendiyên neteweyî û dîplomasiya sozdarane stratejiya rohn a berê û niha ya Komara Îslamî ya Îranê ye.

Serepeyv