Zêde ji 9 hezar kesên din li Îran bi Koromayê ketin û 459 kesên din jî ji ber vê vîrusê can dan
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro înê ragihand ku di 24 saetên dawiyê de zêde ji 9 hezar kesî bi Koronayê ketine û hejmara candayiyên ji ber vê vîrûsê jî gihêştiya asta jorîn a 459 kesan.
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 9 hezar û 236 kesên din pozetîv derketiye ku ji wan 2 hezar û 712 kes di nexweşxanan de hatin razandinê û yên din piştî tedawî û dermankirinê çûn malên xwe. Bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye 682 hezar û 486 kesan.
Dr. Larî herwiha got: Heyf û mixabin di mideha 24 saetên dawiyê de 459 nexweşên Koronayê can dane û hejmara kesên ku heya niha ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane gihêştiye 38 hezar û 291 kesan.
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê herwiha got ku heya niha 520 hezar 329 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.
Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine gihêştiye derdora 50 milyon û 360 hezar kesan ku ji wan zêde ji milyonek û 250 hezar kesan can dane û zêde ji 35 milyon kes jî baş bûne.
Li Amerîkayê wek yekemîn welatê cîhanê ji babeta pêketiyên Koronayê zêde ji 10 milyon û 185 hezar kes bi Koronayê ketine ku herî kêm 243 hezar kesan ji ber vê vîrusê can dane .