Mijdar 08, 2020 18:05 Asia/Tehran
  • Hevdîtina Zerîf û serokomarê bijartî yê Bolîviyayê

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf ku sefera Bolîvyayê kiriye bi serokomarê vî welatî yê bijartî re hevdîtin pêk anî û pê re gotûbêj kir.

Zerîf îro li hevdîtina serokomarê Bolîvyayê  Luis Arce (Luîs Arsê) û alîkarê wî David Choquehuanca (Dêvîd Çokuhansa), serketina Arce li hilbijartinan wek serokomarê Bolîvyayê lê pîroz kir û ji bo wan û gelê vî welatî hêviya rojên xweş û pêşketinê kir.

Zerîf û Arce herwiha derbarê pêşwendiyên du welatan û riyên berfirekirina wan û hevkariyan bi hev re gotûbêj kir.

 Wezîrê derve yê Îranê ku ji bo beşdariya di merasima sondxwarina serokomarê nû yê Bolîvyayê çûye vî welatî dema gihêşte paytexta vî welatî Lapazê ji aliyê serokê parlemana Bolîvyayê hate pêşewazîkirin.

Zerîf derbarê sefera xwe ya Bolîvyayê di rûpela xwe ya Twitterê nivîsiye :coş û heycana ku gelê Bolîvyayê li cejna vejîna azadî û demokrasiya xwe nîşan didin pir balkêş û hêja ye.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê berî sefera xwe ya Bilîvyayê serdana du welatên Venezuela û Kûbayê kir.

Serepeyv