Ruhanî: Siyaseta bi xisar û ziyan a Trump ji aliyê gelê Amerîkayê jî red bû
Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser encama hilbijartina Amerîkayê û got: Siyaseta bi xisar û ziyan û şaş a Trump ne bi tenê ji aliyê gelên cîhanê belkî ji aliyê gelê Amerîkayê jî red bû.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî îro di civîna Hevahengiya Aborî ya Dewletê got: Niha derfetek ji bo hikûmeta pêşerojê ya Amerîkayê çê bûye ku şaşitiyên berê serast û cebran bike û bi hurmet û rêzdarî berê xwe bide peyaman û qayide û qirarên cîhanî û vegere ser peyman û lihevkirinên navneteweyî.
Ruhanî got: Ger gişt alî li ser soz û peymanên xwe bisekinin, Komara Îslamî ya Îranê jî sozdar dibe û bi cidî li ser wan disekine û wan cih tîne û hergav hevkarî û hevhatina avaker bi cîhanê re kiriye stratejiya xwe.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser serketina berxwedana gelê Îranê li şerê aborîyê ku hikûmeta Trump li ser wan sepand û got: Gelê Îranê bi bexwedana xwe ya egîdane li hemberî şerê dasepandî yê aborî nîşan da ku siyaseta zor û zexta herî zêde ya Amerîkayê wê têk biçe.
Ruhanî herwiha got: Niha dema vê yekê ye ku Îran û cînarên xwe bi saya hevkariya zêde ewlehî û geşedan û pêşketinê li navçê pêşve biben û riya îstiqrar û pêşketina aboriya welêt bi hêz û qawet were domandin.
Medyaya Amerîkayê yên wekî CNN, Fox Newsê, CBS, Associated Press û New York Timesê şeva borî ragihandin ku Joe Bidenê Demokrat bi 290 dengên Electoral serket û ew wek serokomarê Amerîka yê nû ragihand.