Wezîrên karên derve yên Îran û Kûbayê li ser berfirehkirina pêwendiyên dualî pêgirî kirin
Wezîrên karên derve yên Îran û Kûbayê li ser berfirehkirina hevkariyên dualî di warên cûrbecûr ji wan Enêrjî, Nanoteknolojî û Biyoteknolojiyê pêgirî kirin.
Muhemed Cewad Zerîf û Bruno Rodrîguêz, Wezîrên karên derve yên Îran û Kûbayê roja Şemiyê hevdîtin pêk anîn.
Du aliyan di vê hevdîtinê da zemîneyên berfirehkirina hevkariyên dualî di warên cûrbcûr ên siyasî, aborî û hevkariyên navneteweyî hilkolandin.
Piştgiriya Îran û Kûbayê ji ramana Filistînê, hevkariyên du aliyan di warên enêrjî, nanoteknolojî û Biyoteknolijiyê her wiha hevahengiya du welatan di mijarên têkildarî Amerîkaya latîn û Rojhilata Navînê ji mijarên gotûbêja Zerîf û Rodrîguêz bûn.
Serokê Saziya Dîplomasiyê ya Komara Îslamî ya Îranê her wiha di vê seferê da seredana du navendên Bijîşkî û dermanî li Havanayê kir û ji pêşketinên pêkhatî jibo berhemanîna cûreyên vaksenê ji wan vakesa KOVÎD-19ê agah bû.
Wezîrê karên derve yê Îranê bi mebesta hevdîtina digel rayedarên payebilind ên Kûbayê roja Îniyê derbasî Havanaya paytexta vî welatî bû.