Mijdar 06, 2020 01:21 Asia/Tehran
  • Zerîf û Madûro li Karakasê civiyan

Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê di dewama hevdîtina digel rayedarên venezuelayî bi Nîkolas Madûro serokomarê vî welatî ra civiya.

Zerîf û Madûro di vê hevdîtinê da derbarê mijarên cûrbecûr di pêwendiyên du welatan da û mijarên herî girîng ên navneteweyî axivîn.

Zerîf beriya hevdîtina digel Madûro digel Dêlsî Rodrîgwêz (Delcy Rodríguez) alîkarê serokomar û Xorxê Arêasa wezîrê karên derve yê Venezuelayê axivîbû.

Wezîrê karên derve yê Îranê di yekem menzîla xwe ya sefera bo sê welatên Amerîkaya Latîn, Kûba, Bolîviya û Venezuelayê, duh Çarşemiyê gihîşte Venezuelayê.

Zerîf piştî Venezuelayê dê berê xwe bide Kûba û Bolîviyayê.

Wezîrê karên derve yê Îranê biryar e li Bolîviyayê di rêûrisma sondxwarina Lûîs Arcê serokomrê nû yê vî welatî da beşdar bibe.

 

Serepeyv