Ji duh heta Îro 5ê Mijdarê; 406 tûşbûyiyên Vîrûsa Koronayê li Îranê canê xwe ji dest dan
Mijdar 05, 2020 14:37 Asia/Tehran
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 654 hezar û 936 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 505 hezar û 287 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
"Sîma Sadat Larî", Berdevka Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 8772 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:
"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 654 hezar û 936 kes li Îranê bi Koronayê ketine."
Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 406 kesan di 24 saetên bihurî da û got:
"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 36 hezar û 985 kesî kesî."
Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 48 miliyon kesî.