Mijdar 03, 2020 20:20 Asia/Tehran
  • Serleşker Baqirî zorbêj hişyar kirin

Serokê Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar ên Îranê zorbêj û dijminên gelê Îranê hişyar kirin.

Li gorî rapora IRNAyê, Serdar serleşker Muhemed Baqirî, Serokê Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar ên Îranê roja Sêşemiyê di Vêbînara Çandî, aborî û siyasî ya Rojava di rûbirûşbûna digel Koronayê da" tevî amajeya bi cinayeta Amerîkayê ya şehîdkirina serdar Silêmanî û Ebumehdî Muhendis, got: Zorbêj divê li benda tolhildanekê di asta navê serdar Sipehbud şehîd Qasim Silêmanî, Fermandarê berê yê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî û Ebumehdî Muhendis Alîkarê serokê Bersîca gelanî ya Iraqê (Heşdê Şeibî) bin.

Serokê Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar ên Îranê bi gotina vêya ku terora hovane ya şehîd Qasim Silêmanî  û Ebumehdî Muhendis di tarîtiya şevê û rasterastr bi destê rêjîma cinayetkar a Amerîkayê mînakeke din a berbiçav ji têkoşîna tevahiya bereya kufrê digel bereya îslamê û piştrastkirina terorîsma dewletî ye, got: Şehîd Silêmanî û hogirên wî selimandin ku hêza Amerîkayê û Rêjîma Siyonîst, pûşekî ye û ewna nikarin dijî têkoşerên bereya Berxwedanê rawestin.

Serleşker Baqirî got: Hovîtiya herî zêde ya Amerîkayê li wê derê ye ku Îranê di vê rewşa taybet a koronayî da dide ber boykotên herî giran ên aborî bi awayekî ku dabînkirina dermanê nexweşan tûşî pirsgirêka bingehîn bûye.

 

Serokê Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar ên Îranê tevî amajeya bi vêya ku Umeta Îslamî di serdema niha da qonaxeke girîng derbas dike, got: Hin serokên welatên Îslamî bêşermiya xwe ewqas zêde kirine ku destê xwe avêtine werisê Amerîkayê û bi asayîkirina pêwendiyan bi Rêjîma Siyonîst ra li pişt va xencer li bedena Umtê xistine.

 

 

Serepeyv