Zêde ji 8 hezar û 200 kesên din li Îran bi Koromayê ketin û 440 kesên din jî ji ber vê vîrusê can dan
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro Duşemê ragihand ku di 24 saetên dawiyê de zêde ji 8 hezar û 200 kesî bi Koronayê ketine û hejmara candayiyên ji ber vê vîrûsê jî gihêştiya asta jorîn a 440 kesan.
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 8 hezar û 289 kesên din pozetîv derketiye ku ji wan sê hezar û 23 kes di nexweşxanê de hatin razandinê û yên din piştî tedawî û dermankirinê çûn malên xwe. Bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye 628 hezar û 780 kesan.
Dr. Larî herwiha got: Heyf û mixabin di mideha 24 saetên dawiyê de 440 nexweşên Koronayê can dane û hejmara kesên ku heya niha ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane gihêştiye 35 hezar û 738 kesan.
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê herwiha got ku heya niha 491 hezar 247 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.
Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine ji 47 milyon kesan derbas bûye ku ji wan zêde ji milyonek û 207 hezar kesan can dane û zêde ji 33 milyon û 793 kes jî baş bûne.
Li Amerîkayê wek yekemîn welatê cîhanê ji babeta pêketiyên Koronayê zêde ji 9 milyon kes bi Koronayê ketine ku herê kêm 236 hezar kesan ji ber vê vîrusê can dane .