Xemgînî û hevderdiya Îranê bi dewlet û netewê Tirkiyê re ji ber erdheja Îzmîrê
Serokê Komara Îslamî ya Îranê û rayedarên payebilind ên din ên Îranê ji ber erdheja Îzmîrê û candayîna hejmarek ji xelkê Tirkiyê di encama wê de ji hikûmet û netewê Tirkiyê re sersaxî xwestin û dewlet û netewê Îranê hevderdê wan dan zanîn û diyar kirin ku Îran ji bo şandina her alîkariyekê ji gelê erdhejlêketî yê Tirkiyê re amade ye.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî îro di peyamekê de ji bo serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan xemgînî û nerahetiya xwe ji ber erdhejê û candayîn û birîndarbûna hejmarek ji gelê Tirkiyê diyar kir û ji Xwedê teala bona malbatên goriyan sersaxî û hedar hedar xwest û ji birîndarên vê bûyerê re derbasî û şifa û selametiya lezgîn hêvî kir.
Ruhanî herwiha diyar kir ku Komara Îslamî ya Îranê ji bo şandina dewa û derman û her alîkariyeke din ji gelê erdhejlêketî yê Tirkiyê re diyar kir û hêvî kir zûtirkê imnatî vegere navçên erdhejgirtî û rewşa wir asayî bibe.
Herwiha serokê Rêxistina Birêvebirina Krîzê li Îranê Îsmayîl Necar jî di peyamekê de ji bo serokê Rêxistina Birêvebirina rewşa Awarte û bi bubelat yê Tirkiyê Himet Guloglu, ji ber erdhejê û candayîn û birîndarbûna hejmarek ji gelê Tirkiyê ji netew û hikûmeta Tirkiyê re sersaxî û derbasî xwest û hêvîdariya xwe diyar kir kesên birîndar jî zûtirkê pak û tendirust bibin û vegerin nav malbatên xwe.Piştî vê yek wî diyar kir ku Îran amade ye hêzên pispor û hawargihan û dixtor û pisporên dermanî ji deverên erdhejlêketî yên Tirkiyê re bişîne.
Berî vê yekê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf, wezîrê tendirustî û dixtoriyê yê Îranê Seîd Nemekî û serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê Muhemed Baqir Qalîbaf jî bi peyamên cuda cuda ji hikûmet û gelê Tirkiyê re ji ber erdhejê û candayîn û birîndarbûna hejmarek ji gelê Tirkiyê sersazî û derbasî xwestibûn.
Qalîbaf di peyama xwe ya ji bo serokê meclisa Tirkiyê Mustefa Şentop re piştî xwestina sersaxiyê ji hikûmet, parlemanter û gelê Tirkiyê û hevderdiya bi wan re diyar kir ku Îran amade ye her alîkariyekê di warê erdhejê ji Tirkiyê re bişîne.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşa Bilez (AFAD) a ser bi Wezareta Navxwe ya Tirkiyê eşkere kir ku di encama erdheja Îzmîrê ya bi hêza 6,6ê de heta niha 26 kesan jiyana xwe ji dest dane û 804 kes jî birîndar bûne û muhtemel e ku hejmara candayiyan her diçe zêde bibe.