Cotmeh 30, 2020 15:07 Asia/Tehran
  • Ji duh heta Îro 30ê Cotmehê; 365 tûşbûyiyên Vîrûsa Koronayê li Îranê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 604 hezar û 952 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 477 hezar û 3 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Berdevka Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 8011 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 604 hezar û 952 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 365 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 34 hezar û 478 kesî kesî."

Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 45 miliyon kesî.

 

 

Serepeyv