Sertîp Sebahîferd: Asimanê Îranê hêla sor a Bergiriya asimanî ya Îranê ye
Fermandarê Bergiriya asimanî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê di seredana sînorên bakûrê rojavayê Îranê da, asimanê Îranê wek hêla sor a bergiriya asimanî da zanîn.
Emîr sertîp Elîreza Sebahîferd, Fermandarê Bergiriya asimanî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê roja Çarşemiyê di seredana sînorên bakurê rojavayê Îranê da got: Baregehên bergiriya asimanî li sînorên bakurê rojavayê Îranê, weke 3700 nuqteyên asimanî li welêt, 24 saet gişt tevgeran dişopînin.
Sertîp Sebahîferd destnîşan kir: Bergiriya asimanî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê dê îzna destdirêjiyê nede tu welatekî.
Navçeyên sînorî yên parêzgeha Azerbaycana Rojhilat a Îranê li şaristana Xoda Aferînê bi dirêjahiya 135 kîlomitran li kêleka bereyê şerê Qerebaxê navbera Komara Azerbaycanê û Ermenistanê ye.
Ji destpêka vê pevçûnê va heta niha bi dehan roketên du aliyan li erdên Îranê li şaristana Xoda Aferînê ketine.
Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê jî beriya niha bi hişyarkirina aliyên şêrr di kêşeya Qerebaxê da, destnîşan kir: Her cûre destdirêjiyek ji aliyê her yek ji terefên şêrr li ser axa Îranê nikare bê tehemilkirin.