Cotmeh 28, 2020 18:04 Asia/Tehran
  • Destpêka hefteya Yekîtiyê û pîrozbahiya salvegera jidayîkbûna pêxemberê hêja yê Îslamê (S)

Sibe Pêncşemiyî 12ê rebî ul-Evel a 1442an a Koça heyvî, hevdem digel 29ê Cotmeha 2020î, bi gotinekê salvegera jidayîkbûna Hezretê Muhemedê Mustefa (S), Pêxemberê hêja yê Îslamê û destpêka Hefteya Yekîtiyê ye.

Misilmanên sune roja 12ê Rebî ul-Evelê û misilmanên Şîe jî 17ê vê mehê wek salvegera Jidayîkbûna Pêxemberê hêja yê Îslamê (S) dizanin.

Hezretê Îmam Xumeynî (Re), Xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê ku bi xwe daxwazkerên Yekîtiyê li Cîhana Îslamê bû, ev mijar jibo yekîtî û lihevnêzikkirina komên îslamî bi kar anî û navbira van du rojan (12 heta 17ê Rebî ul-Evelê) wek Hefteya Yekîtiyê  binav kir.

Ev hefte derfeteke guncan e ku pêwîstiya yekdilî û hevgirtina cîhana Îslamê nemaze di vê serdema tijî komplo û alozî, bi baldariyeke zêdetir were hilkolandin.

Eger çi ku di hin hukm û nêrînan da navbera misilmanên ji mezhebên cûrbecûr nakokî heye, lê gelek babetên wan ên hevpar wek baweriya bi Xwedayê yekta, pirtûka asimanî, Pêxember û Qibleya yeksan hene.

Rêxistina Radyo û Televîziyona Komara Îslamî ya Îranê di destpêka Hefteya Yekîtiyê da ku bi jidayîkbûna Pêxemberê hêja yê Îslamê (S) hatiye xemilandin, vê boneya bimbarek li gişt misilmanên cîhanê pîroz dike.

 

Serepeyv