Despêbûna tedbîqata "Evîndarên Wilayetê ya 99-an" a Hêza Bejahî ya Artêşa Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i320756-despêbûna_tedbîqata_evîndarên_wilayetê_ya_99_an_a_hêza_bejahî_ya_artêşa_Îranê
Tedbîqat û manovra "Evîndarên Wilayetê ya 99-an" a Hêza Bejahî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê li sînorên bakurê rojhilatê welêt bi serkevtin ve li dar ket.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 25, 2020 13:39 Asia/Tehran
  • Despêbûna tedbîqata

Tedbîqat û manovra "Evîndarên Wilayetê ya 99-an" a Hêza Bejahî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê li sînorên bakurê rojhilatê welêt bi serkevtin ve li dar ket.

Nûçegihanê IRIB Newsê îro ragihand: Tedbîqat û manovra "Evîndarên Wilayetê ya 99-an" a Hêza Bejahî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê li sînorên bakurê rojhilatê welêt ku roj û şevekê dom dike, despê bû. Hedefa vê tedbîqatê meşq û amadekirina hêza bejahî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê li hemberî liv û tevgerên dijminane li devera giştî ya bakurê rojavayê welêt e.

 Yekîneyên beşdar ên vê tetbîqatê bi bingehsazî û nijyara nû ya Hêza Bejahî ya Artêşa Îranê ku taqbûrên wê ên yên peyayên mekanîze bi hêsanî diguherin ser taqbûrên livok û êrişkar , hi bo cara duyem li vê navçê hêz û qaweta xwe nîşan da.

Di vê tetbîqata pisporî û teknîkî û taktîkî, yekîneyên muhendisî, Drone (balafirên bê pîlot) û topxanê bona hedefên diyarkirî li du qonacên şev û rojê  piştgirî dan tqabûrên şerkar û êrişkar.

Di rojeke manovrê de taqbûra livok û êrişkar bi cihanîna bername û projeyên xwe gihêşte hemû hedfên ji pêş ve diyarkirî.

Emîr sertîp Kiyomers Heyderî fermandeyê hêza Bejahî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê derbarê tedbîqat û manovra "Evîndarên Wilayetê ya 99-an" a Hêza Bejahî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Hêza Bejahî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê li gor ferman û destûrên Fermandeyê Gişt Hêzên çekdar ên Îranê , bûye hêzeke êrişkar û pir livok bona bersivdayînalezgîn bo her liv û tevgerek.