Cotmeh 24, 2020 19:17 Asia/Tehran
  • Erdheja bi hêza 5.4  parêzgehên Hemedan û Qezvînê li rojavaya Îranê hejandin

Erdhejeke bi mezinahiya 5.4 Rîşter parêzgehên Hemedan û Qezvînê li rojavaya Îranê hejandin.

Li gorî rapora navenda Hejpîv a Enistîtûya Jeofîzîka Zanîngeha Têhranê, erdhej îro nîvroj li sînorê parêzgehên Qezvîn û Hemedanê û di kûrahiya 10 kîlomitriya erdê da qewimiye.

Civata Heyva Sor a parêzgeha Hemedanê qala şandina tîmên nirxandinê bo navçeyên erdhejqewimî kir û ragihand ku heta niha tu raporek ji ziyana ihtimalî nehatiye ragihandin.

 

Serepeyv