Zêde ji 6 hezar kesên din li Îran bi Koromayê ketin û 335 kesên din jî ji ber vê vîrusê can dan
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro çarşemê ragihand ku di 24 saetên dawiyê de zêde ji 6 hezar kesî bi Koronayê ketine û hejmara candayiyên ji ber vê vîrûsê jî gihêştiya asta jorîn a 335 kesan.
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 6 hezar û 134 kesên din pozetîv derketiye ku ji wan du hezar û 314 kes di nexweşxanê de hatin razandinê û yên din piştî tedawî û dermankirinê çûn malên xwe. Bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye 556 hezar û 891 kesan.
Dr. Larî herwiha got: Heyf û mixabin di mideha 24 saetên dawiyê de 335 nexweşên Koronayê can dane û hejmara kesên ku heya niha ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane gihêştiye 31 hezar û 985 kesan.
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê herwiha got ku heya niha 446 hezar 685 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.
Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine nêzîkî 42 milyon kesan bûye ku ji wan zêde ji milyonek û 142 hezar kesan can dane û zêde ji 31 milyon kes jî baş bûne.