Cotmeh 23, 2020 12:59 Asia/Tehran
  • Zerîf: Amerîka pir hezdike li cîhanê pêşbirkeya çek û sîlahan bi rê xîne

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li Twittekê bi zimanê rûsî nivîsî: Eva ku Waşîngton naxwaze Peymana Astengkirina Çekên Stratejîk ên êrişkariyê were bedewamkirin mînakek eşkera ye ku Amerîka hez nake li cihanê ewlehî û îstiqrar hebe û pir hez dike ku pêşbirkeya çek û sîlahan li cîhanê hebe.

Li gor  IRNA, Muhemed Cewad Zerîf duh li Twittekê de nivîsî: Eva ku Waşîngton naxwaze Peymana Astengkirina Çekên Stratejîk ên êrişkariyê ya bi navê SNV-III ku peymaneke girîng ji bo dabînkirina ewlehiya navneteweyî û kontrola çek û sîlahan e û heya Sibata 2021 dema wê bi dawî tê mînakek eşkera ye ku Amerîka hez nake li cihanê ewlehî û îstiqrar hebe û pir hez dike ku pêşbirkeya çek û sîlahan li cîhanê hebe.

Serokomarê Rûsyayê Valdimîr Pûtîn roja îna bihûrî ji Amerîkayê re pêşniyar kir ku peymana kêmkirina çekên stratejîk ya bi navê Start-2 di navbera Moskow û Waşîngtonê bêyî ti pêşertek ji bo saleke din were dirêjkirin , lê Koşka sipî ev pêşniyar red kir.

Serepeyv