Cotmeh 22, 2020 17:13 Asia/Tehran
  • Şerezmûna hevpar a taybet a Bergiriya asimanî ya Berevanên Asimanê Welayetê-99 bi awayekî bi dawî bû

Şerezmûna hevpar a taybet a Bergiriya asimanî ya Berevanên Asimanê Welayetê-99 bi bidestxistina armancên jipêşdiyarkirî bi awayekî serketî bi dawî bû.

Li gorî rapora navenda Ragihandinê ya Artêşê, Şerezmûna hevpar a taybet a Bergiriya asimanî ya Berevanên Asimanê Welayetê-99 bi awayê hevpar navbera Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî û Artêşa Îranê bi rênimûnî û kontrola operasiyonî ya Biryargeha Bergiriya Asimanî ya Îranê ku ji duh Çarşemiyê bi bi nihêniya "Ya Resûlellah (S)" li navçeyeke bi berfirehiya zêde ji nîvê rûbera welêt destpê bûbû, îro Pêncşemiyê bi dawî bû.

Emîr sertîp Qadir Rehîmzade, Fermandarê Şerezmûna hevpar a taybet a Bergiriya asimanî ya Berevanên Asimanê Welayetê-99 di dawiya vê meşqa şêrr da tevî pêgiriya li ser leza gelek baş a hereketa yekîneyên bergiriya asimanî ya Îranê, got: Bergiriya asimanî şiyana sekinîna li hemberî armancên dûr-rawest (dûredest) bi dest xistiye.

Sertîp Rehîmzade her wiha got: Piştrastbûn ji sûdwergirtina hêzên çekdar ên Îranê ji şebekeya yekparçe ya bihêz û bersivdêr li hemberî her cûre gefa dijminan di warê bergiriya asimanî û piştarstbûn ji şiyana gelek zêde ya Biryargeha Bergiriya asimanî ya Xatem ul-Enbiya (S) di warê hevahengiya rênimûnî û kontrola operasiyopnî ya yekîneyên bergiriya asimanî ya artêşê û Sipaha Pasdaran di rewşên cûrbecûr da, ji destkeftên vê şerezmûnê bû.

Fermandarê Şerezmûna hevpar a taybet a Bergiriya asimanî ya Berevanên Asimanê Welayetê-99 her wiha tevî amajeya bi destkeftên pêşeya berevaniyê û hêzên çekdar ên Îranê tevî hebûna boykotan, got: Pêşeya berevaniyê û hêzên çekdar ên Îranê ji boykotan derfetine mezin afirandin û tevî bidestxistina teknolojiyên pêşketî karî welêt di warê çekên hewce pêş bixin û roja îro çekên hewce jibo welêt li hundir berhem tînin.

Sertîp Rehîmzade derbarê peyaman vê meşqa şêrr jibo welatên navçeyê û cînarên Îrana Îslamî jî got: Pêkanîna vê meşqê jibo aramî û xurtkirina ewlehiya navçeyê ye û gişt welatên cînar jî divê bizanin ku dabînkirina ewlehiya navçeyê tenê bi hevkariya welatên navçeyê dikare pêk were û hebûna welatên biyanî û destdirêjker û hêzxurtên zorbêj, tenê dê bibe sebeba alzoiyê.

 

Serepeyv