Cotmeh 22, 2020 13:52 Asia/Tehran
  • Serketinên nû yên Îranê di beşa pergala radaran da

Komara Îslamî ya Îranê derbasî beşa pergalka radarên dûrbir bûye

Li gorî rapora roja Pêncşemiyê ya IRNAyê, Di Şerezmûna hevpar a taybet a Bergiriya asimanî ya Berevanên Asimanê Welayetê-99 da radarên 'Araye Fazî' yên Qedîr, Muraqib û Beşîr armancên cûrbecûr li ser asimanê navçeya gelemperî ya şerezmûnê bi awayekî serketî nas kirin ku bi vê serketinê Komara Îslamî ya Îranê derbasî klûba radarên dûrbir bûye.

Pergala radarî ya tam xwecihî ya Qedîr ji aliyê pispor, zanyar û xortên Cîhada Bêminetiyê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê va hatiye çêkirin û xwedan teknolojiyeke lihevaliyayî ye ku tenê di destê hejmareke welatan da heye.

Ev radar ku di asta radarên dûrbir  e û Komara Îslamî ya Îranê derbasî klûba radarên dûrbir kiriye, xwedan qabiliyeta keşfkirina armancên di asta nizim, mûşekên Balistîk û bilindahiya zêde ye.

Pergala radarî ya Araye-Fazî ya Muraqib jî ku ji aliyê pispor û zanyarên Rêxistina Lêkolîn û Cîhada Bêminetiyê ya Hêza Bergiriya Asimanî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê va hatiye çêkirin, bi awayê sê-alî (sê-dîmansiyon) xwedan qabiliyeta naskirina 300 armancan bi awayê hevdem û di dûrahiya 400 kîlomitrî ye.

Her wiha pergaha radarî ya xwecihî ya Araye-fazî ya Beşîr a Hêza Hewa-Feza ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî xwedan qabiliyeta keşfkirina armancên di halê firrînê û yên xwe dinixûmînin di dûrahiya 300 kîlomitr û bilindahiya 30 kîlomitrê ye; Ev radar xwedan qabiliyeta keşfkirin, şopandin û jihev-veqetandina mûşeka Krûzê ye.

 Şerezmûna hevpar a taybet a Bergiriya asimanî ya Berevanên Asimanê Welayetê-99 bi awayê hevpar navbera Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî û Artêşa Îranê û bi rênimûnî û kontrola operasiyonî ya Biryargeha Bergiriya Asimanî ya Îranê ji duh Çarşemiyê va li navçeyeke bi berfirehiya zêde ji nîvê rûbera welêt destpê bûye.

Serepeyv