Cotmeh 22, 2020 12:08 Asia/Tehran
  • Pêwîstiya zêdekirina hêza berevaniyê ya Îranê li hemberî gefên dijminan

Dewsgirê Fermandarê Hêza Bergiriya Asimanî ya Artêşa Îranê zêdekirina hêza berevaniyê ya hêzên çekdar ên Komara Îslamî li hemberî gefên dijminan pêwîst da zanîn.

Emîr sertîp Elîreza Ilhamî, Dewsgirê Fermandarê Hêza Bergiriya Asimanî ya Artêşa Îranê di gotûbêja bi Mehr Newsê ra ku îro Pêncşemiyê hat weşandin, got: Dema ku gefên dijminan li dijî Îranê zêde bûne, teqez Komara Îslamî jî jibo parastina sînorên xwe hêza xwe ya berevaniyê zêde dike.

Dewsgirê Fermandarê Hêza Bergiriya Asimanî ya Artêşa Îranê derbarê Şerezmûna hevpar a taybet a Bergiriya asimanî ya Berevanên Asimanê Welayetê-99 got: Di vê şerezmûnê (meşqa şêrr) da bo cara yekem tu alav û pergaleke derveyî nehatiye bikaranîn û hemî amûr ên hundir in.

Sertîp Ilhamî bi gotina vêya ku di vê şerezmûnê da nifşa nû ya alav û çekên xwecihî di cûreyên wan da dê bên bikaranîn û nirxandin, di warê mûşekî da yekem car pergala berevaniya mûşekî ya "Bawer 373" dê di vê şerezmûnê da bê bikaranîn.

 Şerezmûna hevpar a taybet a Bergiriya asimanî ya Berevanên Asimanê Welayetê-99 bi awayê hevpar navbera Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî û Artêşa Îranê û bi rênimûnî û kontrola operasiyonî ya Biryargeha Bergiriya Asimanî ya Îranê ji duh Çarşemiyê va li navçeyeke bi berfirehiya zêde ji nîvê rûbera welêt destpê bûye.

 

Serepeyv