Cotmeh 21, 2020 19:59 Asia/Tehran
  • Ruhanî: Kutabûna ambargoya çek û sîlahan ya li dijî Îranê, serketina aqilmendiyê û rastiyê li hemberî zorbêjiyê ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, kutabûna ambargoya çek û sîlahan ya li dijî Îranê, serketina aqilmendiyê û rastiyê li hemberî zorbêjiyê da zanîn.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Ruhanî îro li Civîna desteya wezîran bal kişand ser kutabûna ambargoya çek û sîlahan ya Amerîkayê li dijî Îranê û got:Amerîkiyan bi salan hewldan netewê Îran ji heq û mafê wî bê par bike. lê işkest li wan ket û ew negihêştin hedefa xwe.

Ruhanî got: Mesele ne eva ye ku Îran çi qas dikare çek û sîlah bikire an bifiroşe, mesela girîng eva ye ku Komara Îslamî ya Îranê gihêşte heq û mafê xwe.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê herwiha bal kişand ser vê yekê ku Amerîka û Rejîma Siyonîstî hewl didan aliyên din ên LIhevkirina Navokî  jî bînin na vê hewldana xwe ya dirêjkirina ambargoya çek û sîlahan, lê ew negihêştin vê hedefê û got: Amerîka di warê dirêjkirina ambargoya çek û sîlahan jî tenê ma, çûnku Konseya Ewlekariya NY jî daxwaza amerîkiyan nepejirand.

Ruhanî desnîşan kir kuli hemberî derketina Amerîka ji Peymana Navokî me li gor vê peymanê bi xwe gav bi gav pêsparteyên xwe kêm kirin bi aweykî ku dost û dijmin nekarî karê me neqanûnî bibîne . di vî halî de karê amerîkiyan li hemberî me tam şaş û neqanûnî bû, loma ti aliyekî jê piştgirî nekir.

Serepeyv