Cotmeh 20, 2020 19:45 Asia/Tehran
  • Beharvend: Rapora ketina balefira ukraynî dê bi zûtirkê were weşandin

Alîkarê hiqûqî û karên navneteweyî yê Wezareta karên derve ya Îranê bi gotina vêya ku rapora bûyera ketina balefira ukraynî dê bi zûtirkê were weşandin, got: Aliyên biyanî raporê dibînin û heke nêrîneke wan hebe, dê bînin zimên.

Roja 8ê Çileya 2020î balefireke rêwîhilgir a geştên asimanî ya Ukraynê li derdora Têhranê ket ku di encama wê da 167 rêwî û 9 xizmetkarên wê canê xwe ji dest dan.

Muhsin Beharvend, Alîkarê hiqûqî û karên navneteweyî yê Wezareta karên derve ya Îranê roja Sêşemiyê li kêleka civîna digel Yêvgênî Yênîn (Yevgheniy Yenin), Alîkarê Wezîrê karên derve yê Ukraynê li nav koma nûçegihanan got: Dora duyem a gotûbêjên navbera Îran û Ukraynê kêrhatî û baş bû.

Beharvend tevî hevparzanîna nêrînên du aliyan û eva ku Komara Îslamî ya Îranê daxwaza dadmendiyê dike, got: Dora sêyem a gotûbêjan dê Mijdara îsal li Kiyêvê were lidarxistin.

Alîkarê hiqûqî û karên navneteweyî yê Wezareta karên derve ya Îranê tevî pêgiriya li ser vêya ku Îranê hemî hewla xwe da ku rapor teknîkî û bêla be, got: Divê tevdîrek were girtin ku bûyereke wiha ne tenê li Îranê, belkî li tu cihekî cîhanê neqewime.

Alîkarê Wezîrê karên derve yê Ukraynê jî ev dora gotûbêjan gelek dijwar û bername giştalî da zanîn û got: Gotûbêj pirr kêrhatî û avaker nû û atmosfereke avaker çêbûbû.

 

Serepeyv