Heta îro 20ê Cotmehê; Zêde ji 435 hezar ji tûşbûyiyên Koronayê li Îranê baş bûne
Cotmeh 20, 2020 15:36 Asia/Tehran
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 539 hezar û 670 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 434 hezar û 676 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
"Sîma Sadat Larî", Berdevka Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 50392 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:
"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 539 hezar û 670 kes li Îranê bi Koronayê ketine."
Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 322 kesan di 24 saetên bihurî da û got:
"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 31 hezar û 34 kesî kesî."
Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 41 miliyon kesî.