Xetîbzade: Îran qet qebûl nake di şerê Qerebaxê wekî tekfîriyan serê mirov jê kin
Berdevkê Wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê bal kişande ser şer û pevçûnên Qerebaxê û wêneyên belavbûyî yên diltezîn derbarê vê pevçûnê û got: Komara Îslamî ya Îranê qet nikare qebûl bike ku li vî şerî de wek tekfîriyan serê mirov jê kin.
Dewra nû ya şer û pevçûna navbera Komara Azerbaycanê û Ermenistanê derbarê devera Qerebaxê ji 27 îlonê despê kir û heya niha gelek kes ji her du aliyan hatine kuştin û birîndar bûne.
Berdevkê Wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade îro li Twitterê de nivîsî: Wêneyên diltezîn û fukarsaz derbarê pevçûnên Qerebaxê belav bûne û her du aliyên vî şerî divê ji bo hedefa xwe her kar û her tişt û wesîleyekê bikar neyne.
Xetîbzade bal kişand ser pêdivîbûna berçavgirtina huqûq û qanûnên navneteweyî ji aliyê Komara Azerbaycan û Ermenistanê û got: Komara Îslamî ya Îranê qet qebûl nake wekî tekfîriyan serî werin jêkirin û bajar û xelkê bêguneh bikevin ber êrişan.