Cotmeh 19, 2020 20:16 Asia/Tehran
  • Hejmara kesên ku li Îranê ji ber Koronayê can dane gihêştiye 337 kesan ku heya niha li asta jorîn de ye

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro ragihand ku di 24 saetên dawiyê de zêde ji 4 hezar kesî bi Koronayê ketine û hejmara candayiyên ji ber vê vîrûsê jî gihêştiya asta jorîn a 337 kesan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 4 hezar û 251 kesên din pozetîv derketiye ku ji wan yek hezar û 948 kes di nexweşxanê de hatin razandinê û yên din piştî tedawî û dermankirinê çûn malên xwe. Bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye 534 hezar û 631 kesan.

Dr. Larî herwiha got: Heyf û mixabin di mideha 24 saetên dawiyê de 337 nexweşên Koronayê can dane û hejmara kesên ku heya niha ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane gihêştiye 30 hezar û 712 kesan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê herwiha got ku heya niha 431 hezar 360 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.

Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine ji 40 milyon kesan derbas bûye ku ji wan zêde ji milyonek û 120 hezar kesan can dane û zêde ji 30 milyon kes jî baş bûne.

Li Amerîkayê jî zêde ji 8 milyon û 300 hezar kesî bi Koronayê ketine û zêde ji 224 hezar kesî jî ji ber vê vîrûsê can dane û ji babeta pêketiyên Koronayê û qurbaniyên vê vîrûsê Amerîka li cîhanê welatê yekem e.

Serepeyv