Cotmeh 18, 2020 20:20 Asia/Tehran
  • Kemalvendî: Îran tu wextî li dû bikaranîna ne-aştiyane ya enêrjiya atomê nebûye

Berdevkê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê tevî amajeya bi îsbatnebûna tu yek ji tawanên pûç ên atomî li dijî Têhranê di heyama zêdetir ji 20 salên bihurî da, got: Cîhan dizane ku Îran tu wextî li dû bikaranîna ne-aştiyane ya enêrjiya atomî nebûye û nîne.

Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya IRNAyê, Bêhrûz Kemalvendî, Berdevkê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê bi gotina vêya ku rakirina boykotên çekdariyê serketinek jibo dîplomasiya Komara Îslamî ye, got: Serê axir berxwedana gelê Îranê piştî 5 salan ji Peyumana Atomî gihîşte encamê û bi dengê Na yê cîhanê bo yekalîtîşopî û zorbêjiya Amerîkaya trumpî, heqbûn û dîplomasiya Komara Îslamî ya Îranê bi awayekî berbiçav bi ser ket.

Kemalvendî her wiha got: Zexta qaşo herîpirr a Amerîkayê ku kiryareke nemirovî û kirêt bi taybet derheqê zarok, jin û nexweşan tê hesab, tu encamek ji bilî tecrîda zêdetir û têkçûna hêza şeytanî ya Amerîkayê dê tunebe.

Berdevkê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê destnîşan kir: Civaka cîhanî, siyasetên yekalî û zorbêjane yên Waşîngtonê ji wan derketina ji sozname û girêbestên navneteweyî, boykotkirin û zorbêjî, berçavnegirtina dîplomasiyê û bêrêzî û bêhurmetî di axaftinaû gotûbêjan da û sepandina zirarên aborî yên zalimane li ser welatên cîhanê zêdetir ji vêya napejirîne.

Kemalvendî tevî amajeya bi vêya ku "NA"ya qahêm a civaka cîhanî li boykota çekdariyê li ser Îranê destpêkeke baş jibo destpêbûna bertekên civaka navneteweyî li hemberî bnipêkirinên Amerîkaya trumpî ye, got: Welatên cîhanê ji niha û pêva, dê bi awayekî ciddî û yekgirtî li hemberî binpêkirina nirxên cîhanî ji aliyê Amerîkayê va bisekinin.

Sînordarî û astengiyên çekdariyê li ser Îranê îro Yekşemiyê bidawî bûn û ji niha û pêva Îran dikare çek û amûrên leşkerî bifiroşe an bikire.

 

 

Serepeyv