Cotmeh 18, 2020 18:59 Asia/Tehran
  • Îran-Zêde ji 3 hezar kesên din bi Koronayê ketin û 252 nexweşên Koronayî jî can dan

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro Yekşemê ragihand ku di 24 saetên dawiyê de zêde ji 3 hezar û 800 kesî bi Koronayê ketine û 252 nexweşên koronayî jî can dan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 3 hezar û 890 kesên din pozetîv derketiye ku ji wan yek hezar û 661 kes di nexweşxanê de hatin razandinê û yên din piştî tedawî û dermankirinê çûn malên xwe. Bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye 530 hezar û 380 kesan.

Dr. Larî herwiha got: Heyf û mixabin di mideha 24 saetên dawiyê de 252 nexweşên Koronayê can dane û hejmara kesên ku heya niha ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane gihêştiye 30 hezar û 375 kesan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê herwiha got ku heya niha 427 hezar 400 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.

Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine ji 40 milyon kesan derbas bûye ku ji wan zêde ji milyonek kesan can dane û derdora 30 milyon kes jî baş bûne.

Li Amerîkayê jî zêde ji 8 milyon kesî bi Koronayê ketine û zêde ji 224 hezar kesî jî ji ber vê vîrûsê can dane û ji babeta pêketiyên Koronayê û qurbaniyên vê vîrûsê Amerîka li cîhanê welatê yekem e.

Serepeyv