Cotmeh 18, 2020 09:56 Asia/Tehran
  • Text Rewançî: Amerîka di warê pêşîlêgirtin ji bidawîhatina sînordariya çekdariyê ser Îranê ser neket

Balyoz û nûnerê hertimî yê Îranê li NY bidwîhatina sînordariya çekdariyê li ser Îranê wek işkesteke din jibo Amerîkayê da zanîn.

Li gorî rapora îro Yekşemiyê ya IRNAyê, Mecîd Text Rewançî, Balyoz û nûnerê hertimî yê Îranê li NY li ser twittera xwe nivîsî: Pênc salan piştî roja pesendkirina Peymana Atomî bi Biryarnameya 2231ê ya Konseya Ewlehiyê, aniha sînordariyên neqanûnî yên çekdariyê li ser Îranê bi dawî bûne.

Text Rewançî nivîsî: Ji îro Yekşemiyê va ticareta çekan li Îranê tu hewcetiyek bi destûr û piştrastkirina Konseya Ewlehiyê ya NY tune.

Balyoz û nûnerê hertimî yê Îranê li NY her wiha ragihand: Amerîkayê hewilda ku pêşî li vê yekê bigire, lê ser neket, ji ber ku Konseya Ewlehiyê gişt hewilên Waşîngtonê red kirin.

Tevî zêdebûna hewildanên çend mehên dawiyê yên Amerîkayê jibo dirêjkirina sînordariyên çekdariyê li ser Îranê yên nivîsandî di Biryarnameya 2231ê û ceribandina rêkarên cûrebecûr ji biryarnameya Pêşniyarkirî li Konseya Ewlheiyê heta lobî û ssepandina zextê li ser hin welatan jibo hevrêkirina wan bi mebesta pêşîlêgirtin ji betalkirina van sînordariyan, ev sînordarî berbanga îro Yekşemiyê, 18ê Cotmehê saet 3:30 berbangê û di pêncemîn salvegera Peymana Atomî bi awayê xwebixwe hat rakirin.

 

Serepeyv