Cotmeh 18, 2020 08:37 Asia/Tehran
  • Daxuyaniya Îranê derbarê bidawîhatina sînordariyên çekdariyê; Rojeke girîng jibo civaka cîhanî hat tomarkirin

Wezareta karên derve ya Îranê bi weşandina daxuyaniyeke fermî derbarê bidawîhatina sînordariyên çekdariyê li ser Îranê, destnîşan kir: Ji îro va Komara Îslamî ya Îranê dikare her cûre çek û alavên pêwîst ji her çavkankiyekê, bêyî sînordariya qanûnî û tenê li gorî hewcetiyên xwe yên berevaniyê bi dest bixe û dikare li gorî siyasetên xwe çekên jibo berevaniyê bifiroşe.

Li gorî rapora IRNAyê, Di daxuyaniya Wezareta karên derve ya Îranê da hatiye: Îro rojeke pirr girîng jibo civaka cîhanî ye ku berovajiya hewildanên rejîma Ameîrkayê, biryarnameya 2231ê ya Konseya Ewlehiyê ya NY û Peymana Atomî ya digel Îranê parastiye.

Ev daxuyanî dibêje: Li gorî dahêneriyeke Peymana Atomî, bidawîhatina teqil û tekûz û bêyî şert û mercan a sînordariyên çekdariyê û qedexetiyên rêwîtiyê pêwîstî bi pesenedkirina tu biryarnameyeke nû nîne û tu hewcetiyek bi dayîn adaxuyaniyê an kiryareke nû ji aliyê Konseya Ewlehiyê va tuneye.

Wezareta karên derve ya Îranê di dewamê da binaşeya siyaseta xwe ya derveyî redkirina serdestîxwazîû zextê bi her awayî da zanîn û ragihand: Sepandina her cûre sînordariyê tu wextî ji aliyê Îranê va bi fermî nehatiye naskirin.

Di vê daxuyaniyê da tevî amajeya bi vêya ku doktorîna berevaniyê ya Îranê li ser esasa berxwedana mezin a gel û şiyanên xwecihî ye, hatiye: Komara Îslamî ya Îranê bi palpiştiya li qabiliyet û zirûfên xwecihî, hewcetiyên xwe yên berevaniyê dabîn kirine; Ev doktorîn hema wisa mihwera sereke û bingehîn a tevahiya kiryarên Komara Îslamî ya Îranê di warê parastina hêza Berevaniyê bûye û dê hebe jî.

Di dawiya daxuyaniya Wezareta karên derve ya Îranê da hatiye: Amerîka ku komployên wê yên ne-xêrxwazane yên hewildana jibo binpêkirina herî zêdetir a Biryarnameya Konseya Ewlehiyê, di heyama sê mehên dawiyê da çend caran ji aliyê Konseya Ewlehiyê va bi awayekî teqil hatiye redkirin, divê şêwaza xwe ya wêranker derheqê Biryarnameya 2231ê berde; vegere ser sozdariya xwe ya tam derheqê rêziknameya NY; Kiryarên xwe yên dijî mafên navneteweyî û berçavnegirtina pergala navneteweyî rawestîne û xwe ji pêkanîna nearamiyê li Rojavaya Asyayê dûr bike.

Tevî zêdebûna hewildanên çend mehên dawiyê yên Amerîkayê jibo dirêjkirina sînordariyên çekdariyê li ser Îranê yên nivîsandî di Biryarnameya 2231ê û ceribandina rêkarên cûrebecûr ji biryarnameya Pêşniyarkirî li Konseya Ewlheiyê heta lobî û ssepandina zextê li ser hin welatan jibo hevrêkirina wan bi mebesta pêşîlêgirtin ji betalkirina van sînordariyan, ev sînordarî berbanga îro Yekşemiyê, 18ê Cotmehê saet 3:30 berbangê û di pêncemîn salvegera Peymana Atomî bi awayê xwebixwe hat rakirin.

 

Serepeyv