Cotmeh 17, 2020 10:08 Asia/Tehran
  • Îranê êrişa terorîstî li Pakistanê şermezar kir

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê îeva borîêrişên terorîstî yên du rojên borî li Oramara û Kuweyteya Pakistanê ku bû sedema 6 leşkeriyê vî welatî şermezar kir û Îran hevderdê gel û dewleta Pakistanê da zanîn.

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade bi redkirina gişt haletên terorîsmê, beşdariya gişt welatên navçê di xebata dijî terorîsm û organîzekerên wê û piştgirên wê yên fînansî û yên çekdarkirina wan de pêwîst da zanîn.

roja pênşemê di encama teqîna maynekê ser riya karwanê hêzên Pakistanê li devera wezîristana bakurê ya eyaleta Xeyber Pextûnxwa li bakurê rojavayê vî welatî bû sedma mirina 6 pakistaniyan.

Di vî halî dedi encama êrişa mirovên çekdar ser parêzvanên Kompaniya Neft û Gaza Pakistanê li devera Ormara ya eyaleta Belûçestanê jî 6 endamên artêşa Pakistanê hatin kuştin. 

Serepeyv