Cotmeh 14, 2020 19:26 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Serokomarên Amerîkayê Îranê wek amûrek ji bo Hilbijartinê bi kar tînin

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê got: Serokomarên Amerîkayê demeke dirêj e ku Îranê wek amûrek jibo hilbijartinê bi kar tînin.

Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê roja Çarşemiyê di twîtekê tevî amajeya bi vêya ku serokomarên Amerîkayê demeke dirêj e ku Îranê wek amûrek jibo hilbijartinê bi kar tînin, nivîsî: Em asteke nû ya lawazbûna Amerîkayê dibînin.

Wî her wiha nivîsî: Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê rojekê behsa xweşxiyaliyên xwe yên pûç derbarê têkiliyekê ji aliyê Têhranê va dike û roja din teoriyên komployên yên bêbingeh ji hesabeke sexte ya komeke têrorîst belav dike.

Serokomarê Amerîkayê vê dawiyê twîtek veweşand ku li roî wê çar amerîkî sala 2012 li Binxaziya Lîbyayê hatin kuştin da ku xwîna rojiyayî ya leşkerên taybet ên Amerîkayê û ev "Rastî" ku Osmae bin Laden hîn zindî, were nixûmandin!

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê nivîsî: Donald Trump dixwaze bi twîtkirinê mezinahiyê vegerîne Amerîkayê.

 

Serepeyv