Cotmeh 14, 2020 09:15 Asia/Tehran
  • Îrana îro; Îran di cîgeha yekem a zanista Hewa-Feza li nav welatên îslamî

Îranê di warê Hewa-Feza da li nav welatên îslamî xwedan cîgeha yekem û li cîhanê sêzdehem e. Her wiha diyarkirina Hefteya Cîhanî ya Fezayê ji şanaziyên Komara Îslamî ya Îranê ye.

Fethullah Umî got: "Hin pêşniyar di warê danîna navê rojekê wek Roja Fezayê (Space) ji aliyê Amerîka, Rûsiye û Îranê va li NY hatin hilêxistin, lê di dawî da pêşniyara Komara Îslamî ya Îranê ya diyarkiirna hefteyekê wek Hefteya Cîhanî ya Fezayê hat pejirandin."

Fethullah Umî Serokê Lêkolîngeha Hewa-Feza tevî pêgiriya li ser vêya ku ev lêkolîngeh ji pênc lêkolîngehên sereke yên neteweyî û 20 lêkolîngehên sereke yên cîhanî ye, dibêje: Di 20 salên pêşerojê da em nikarin bêyî teknolojiyên fezayî bijîn; Wek mînak xebata mobaylan ji ber setlaytên ku bo fezayê tên avêtin e.

Umî bal kişande ser çêkirina setlaytên Dostî û Şerîf Setê ku pisporên Zanîngeha Şerîf çêkirine û got: Pisporên îranî karîn navenda bihêz a şandina fezageran çêbikin û jibo van setlaytan hat bikaranîn.

Wî her wiha bal kişande ser şiyanên setlayta Sîmorxê û taybetmendiyên setlayta At Setê şirove kirin.

 

Serepeyv