Ruhanî li ser şopandina bidestxistina çavkaniyên diravê dereke yên blûkebûyî yên Îranê sekinî
Serokê Komara Îslamî ya Îranê li ser pêwîstiya şopandina bidestxistina çavkaniyên diravê dereke yên blûkebûyî yên Îranê sekinî.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî îro li civîna Erkana Hevahengiya Aborî ya Dewletê got:Raste boykotên Amerîkayê rewşeke dijwar ji bo danûstandinên aborî yên Îranê çêkiriye,Lê bi saya hewldanên pêk hatî her diçe îstifadeya ji van çavkaniyan zêde dibe û terxankirina van çavkaniyan ji bo kirîna kelûpelên binngehîm û hewcetiyên berhemanînê li welêt berdewam dike.
Ruhanî di vê civînê de piştî bihîstina rapora wezîrê derve Muhemed Cewad Zerîf derbarê sefera xwe ya Çînê, desnîşan kir ku geşedan û pêşvexistina aboriya her welatekî bi awayekî ber bi çav li dîplomasiyê girî daye û divê ku li van dem û gavan de emê pêwendiyên xwe li gorî pêwîstiyên xwe yên sereke bi Çîn, welatên Ewrasya û cînaran re berfire bikin û di warên curbicur de ji enerjiyê bigire heya teknolojiyê ji bo pêşvexistina pêwendiyên divê aborî emê bernamên taybet berçav bigirin.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê desnîşan kir ku dewlet dicebite rêketinên bi welatên navçê bi lez bikevin meriyetê û di vî warê de aktîvbûna komîsiyonên hevbeş ên aborî bi welatên hanê pêdivî ye û di warê hedefên aborî de ticareta bi welatên rojhilatê û cînaran anagorî berçavgirtina esilbûna derforitinê divê bibe karê sereke.
Ruhanî herwiha berfirekirina hevkariyên Îranê bi Yekitiya Ewrasyayê ji babeta aborî gaveke pir girîng nirxand û got: Îran bilî ku dikare kel û pelên lazim ji van welatan berhem bîne, ji ber ku di mewqiyeke baş a tranzîta kel û pela de cih girtiye dikare bibe riya sereke ya Tranzîta kel û pelan bo welatên endamên vê yekitiyê.