Heta îro 12ê Cotmehê; Zêde ji 409 hezar ji tûşbûyiyên Koronayê li Îranê baş bûne
Cotmeh 12, 2020 15:43 Asia/Tehran
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 504 hezar û 281 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 409 hezar û 121 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
"Sîma Sadat Larî", Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê roja Şemiyê tevî amajeya bi naskirina 4206 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:
"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 504 hezar û 281 kes li Îranê bi Koronayê ketine."
Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 272 kesan di 24 saetên bihurî da û got:
"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 28 hezar û 816 kesî kesî."
Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 38 miliyon kesî.