Têkiliya vîdyoyî ya Fermandeyê mezin ê gişt hêzên Îranê digel Rêûrisma hevpar a xelaskirina perwerdehiyê ya xwendekarên zanîngehên Efseriyê
Cotmeh 12, 2020 12:21 Asia/Tehran
Rêûrisma hevpar a xelaskirina perwerdehiyê ya xwendekarên zanîngehên Efseriyê yên hêzên çekdar ên Îranê, sibeha îro Duşemiyê bi riya têkiliya vîdyoyî digel Fermandeyê mezin ê gişt hêzên Îranê û yekîneyên beşdar di merasimê da hat lidarxistin.
Ev rêûrism bi mazûvaniya Zanîngeha efseriyê ya Îmam Elî (S) û ji ber rewşa pêkhatî di encama belavbûna Vîrûsa Koronayê bi amadebûna hejmareke yekîneyên nimûne yên Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî û Hêza Intizamî ya Komara Îslamî ya Îranê hatiye lidarxistin.
Nûçeya kemilandî ya vê têkiliyê piştî wergirtina ji Navenda Ragihandinê ya Ofîsa Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî dê were weşandin.