Cotmeh 11, 2020 20:19 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Deshilatdarên amerkî li ber Îranê rastî işkesteke dîrokî hatine

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê desnîşan kir ku deshilatdarên amerkî li ber Îranê rastî işkesteke dîrokî hatine û heya dema ku amerîkî bi fermî bi vê işkestê li xwe muqir bên pir nemaye.

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade li gotûbêja bi bernameke radiyoyî desnîşan kir ku bê encamî û işkestli kar û kiryarên rayedarên amerîkî diyar dibe û got: Amerîka her karê ku ji destê wê dihat bona şikandin û tewandina Îranê kirin , lê Îranê nehêşt ku ew kêmekî jî xwe serketî bibînin.

Xetîbzade herwiha bal kişand ser ambargoyên Amerîkayê li dijî Îranê di warê dewa û derman de û got: Boykotkirina dewa û derman ya li dijî Îranê wek cinayeta li dijî mirovan e û gişt kompanî  şirîket dixebitin dewa û dermanên ku ji welat re pêwîst in berhem bînin.

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê derbarê boykotkirina 18 navendên fînansî û bankeyên îranî ji aliyê Amerîkayê jî got: Ev kiryarên Amerîkayê piranî pskolojîk û ji bo propagendeyan in û bi xwe jî dizanin ku kes van propagandana bawer nakin.

Xetîbzade herwiha bal kiişand ser îhaneta vê dawiyê ya serokomarê Amerîkayê Donald Trump li xelkê Îranê û got: Kiryarên Trump li warê siyaseta navneteweyî mînaka xwe tinen û edeb û çanda îranî rê nade ,e ku em jî wekî wî bersiva bê edebî bidin.

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê desnîşan kir ev hiqaret û bê edebiya Trump li gelê Îranê ji ber tirsînê ye.

Serepeyv