Cotmeh 10, 2020 20:13 Asia/Tehran
  • Sînorparêzekî îranî di pevçûna digel qaçaxçiyan şehîd bû

Fermandarê Sînorvaniya Parêzgeha Azerbaycana Rojava qala şehîdbûna sînorparêzekî îranî di henga sînorî ya Serdeştê, dema pêkanîna erka xwe û parastina sînorên welêt kir.

Serdar Yehya Husênxanî, Fermandarê Sînorvaniya Parêzgeha Azerbaycana Rojava roja Şemiyê di gotûbêja bi IRNAyê ra got: Şehîd Sasan Emîrxanî dema geşt, kemîn û şopandina zîvala sînorî di pevçûna digel qaçaxçiyan da şehîd bû.

Dirêjahiya sînorê Komara Îslamî ya Îranê li parêzgeha Azerbaycana Rojava derdora 967 kîlomitrî ye; Ev parêzgeh ji aliyê bakur va digel komara xweser a Nexcewanê û ji aliyê rojava va jî  digel Tirkiye û Iraqê hevsînor e.

Şaristana sînorî ya Serdeştê li başûrê parêzgeha Azerbaycana Rojava ya Îranê ye.

 

Serepeyv