Cotmeh 09, 2020 22:57 Asia/Tehran
  • Ruhanî: Amerîkî bi çêkirina berbendan ser riya kirîna xwarek û dewa û dermanan bo netewê Îranê nikare berxwedana vî netewî bişkêne

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: hewldanên amerîkayê ji bo çêkirina berbend û astengiyan ser riya dabînkirina dewa û dermanan nikare berxwesana netewê Îranê bişkêne.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî îro li hevdîtina serokê giştî yê Banka Navendî ya Îranê Ebdulnasir Himetî derbarê hewldanên hikûmeta Amerîkayê yên li dijî Îranê got: Kiryarên hikûmeta Îranê yên di çarçova hewldanên propagandeyî-siyasî ji bo hedefên navxweyî yên wan de ye.

Ruhanî kar û kiryarên bê encam ên Amerîkayê di çarçova şaşitiya stratejîk ên Trump yên derketina ji Peymana Navokî de da zanîn û got: Amerîka li gor fikra xwe ya şaş wer difikirî ku bi van ambargo û boykotan dikare berxwedana gelê Îranê bişkêne û wan rastî pirsgirêkan bîne , lê her ku çû pêhesyan ev fikra wan pir ji rastiyê dûr e û kêrhatî nîne.

Ruhanî bal kişand ser wekilandina şaşitiyên stratejîk ji aliyê Amerîkayê ve û desnîşan kir ku mînaka herî teze ya van kiryaran aktîvkirina Mekanîzma Kêşokê(tetokê) bû û got: Gişt welat dibînin ev kiryarên Amerîkayê tam li dijî qanûnan in û li rewşa pandemya Koronayê jî eva kiryareke li dijî mirovan ku dewekarên mefê mirovan li cîhanê divê wan şermezar bikin.

serokê giştî yê Banka Navendî ya Îranê Ebdulnasir Himetî jî got: Amerîka bi hencetên curbicur berbendên zav ji bo veguhestina perê dereke ji Îranê re çê dike ku nekare dewa û derman û xwarekê bikire, lê bisay xebatên Banka Navendî û yên bankên din û ticarên hêja û bikaranîna şêwazên taybet kêmasî çê nabin.  

Serepeyv