Îran-Zêde ji 4 hezar kesên din bi Koronayê ketin û 210 nexweşên Koronayî jî can dan
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro Înê ragihand ku di 24 saetên dawiyê de zêde ji 4 hezar kesî bi Koronayê ketine û 210 nexweşên koronayî jî can dan.
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 4 hezar û 142 kesên din pozetîv derketiye ku ji wan derdora hezar û 787 kes di nexweşxanê de hatin razandinê û yên din piştî tedawî û dermankirinê çûn malên xwe. Bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye 492 hezar û 378 kesan.
Dr. Larî herwiha got: Heyf û mixabin di mideha 24 saetên dawiyê de 210 nexweşên Koronayê can dane û hejmara kesên ku heya niha ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane gihêştiye 28 hezar û 98 kesan.
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê herwiha got ku heya niha 401 hezar 379 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.
Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine gihêştiye 36 milyon û 700 kesan ku ji wan zêde ji milyonek kesan can dane û derdora 27 milyon kes jî baş bûne.