Cotmeh 09, 2020 13:55 Asia/Tehran
  • Zerîf, Ambargoyên nû yên Amerîkayê li dijî navendên fînansî û bankeyên Îranê şermezar kir

Wezîrê karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf Ambargoyên nû yên Amerîkayê li dijî 18 navendên fînansî û bankeyên Îranê şermezar kir.

Li gor Fars Newsê,  Wezîrê karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf duh di Twittekê de boykot û ambargoyên nû yên Amerîkayê li dijî navendên fînansî û bankeyên Îranê  şermezar kir û ew hewldaneke din ji bo hilweşandana kanalên mayî ji bo dayîna bihaya xwarek û dewa û dermanên xelkê Îranê li dewrana pandamya Koronayê da zanîn.

Wezîrê karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê li rûpela xwe ya Twitterê de got: Rejîma Amerîkayê dil heye li dema panaemya Koronayê kanalên mayî yên malî ji bo kirîna xwarek û dewa û dermanan hilweşîne. lê divê bizane xelkê Îranê li ber zilma nû ya wan jî tabê tînin, fitneya wan ji bo birçîkirina civatekê cinayeta li dijî mirovan e.

Zerîf hişyarî da: Sebebkarên van kiryarên zalimane wê li ber edalet û dadweriyê bersivê bidin.    

Di çarçova zexta herî zêde û cenga aborî ya ser Îranê Wezareta Darayî û Xizîndariya Amerîkayê duh ragihand ku wan der barê 18 navendên fînansî û bankeyên Îranê de biryara ambargo û boykotkirinê daye.

Serepeyv