Cotmeh 06, 2020 20:42 Asia/Tehran
  • Edmîral Xanzadî; Nimandina yekemîn gemî-bendera Îranê di Kanûna 2020î da

Fermandarê Hêza Deryayî ya Stratejîk a Artêşa Îranê qala nimandina yekemîn gemî-bendera vê hêzê biu navê "Kendava Farsê" di Kanûna 2020î da kir.

Emîr edmîral Husên Xanzadî, Fermandarê Hêza Deryayî ya Stratejîk a Artêşa Îranê roja Sêşemiyê di gotûbêja bi nûçegihanan ra li bajarê Bender Ebasê yê başûrê Îranê bi gotina vêya ku Gemî-bendera (Nav-Bender) "Kendava Farsê" kapasîteya hilgirtina helîkopter û firokeyên bêfirokevan heye, got: Ev Gemî-bender ku dikare di Oqyanûsê da bigere, bi careke ardûgirtinê dikare sê caran li dor topa erdê deryayan derbas bike.

Edmîral Xanzadî her wiha tevî amajeya bi nimandina yekemîn keştiya ramalê mayînan a Hêza Deryayî ya Stratejîk a Artêşa Îranê di mehên pêşerojê da, got: Ev keştî şiyaneke nû jibo sekinîna li hemberî gefên wek mayînê li derya û peravan e.

Fermandarê Hêza Deryayî ya Stratejîk a Artêşa Îranê bi gotina vêya ku destkeftên vê hêzê li ser xêra welatên navçe û cîhanê jibo pêkanîna ewlehiyê  li deryayê ne, destnîşan kir: Hêza deryayî ya Îranê bitevger e û di her serdemê û her salê da derfetên cengî yên xwecihî yên zehftir bi kar tîne.

 

Serepeyv