Cotmeh 06, 2020 16:20 Asia/Tehran
  • Heta îro 6ê Cotmehê; Zêde ji 394 hezar ji tûşbûyiyên Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 479 hezar û 825 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 394 hezar û 800 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê roja Şemiyê tevî amajeya bi naskirina 4151 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 479 hezar û 825 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 227 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 27 hezar û 419 kesî kesî."

Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 36 miliyon kesî.

 

 

Serepeyv