Cotmeh 06, 2020 14:07 Asia/Tehran
  • Du pergalên Radarê yê Hêza Hewa-Feza ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî li tora Pedafendiya Îranê hatin zêdekirin

Du pergalên Radarê yên Qdîr ên çêkirî ji aliyê Hêza Hewa-Feza ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî va li tora bergiriya asimanî ya Îranê hatin zêdekirin.

Li gorî rapora IRNAyê, Rêûrisma zêdekirina du pergalên Radarê ên dûrbirr ên Qedîr, çêkirî ji aliyê Hêza Hewa-Feza ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî va li Tora Bergiriya asimanî ya Îranê roja Sêşemiyê bi amadebûna emîr serleşker Seyid Ebdulkerîm Mûsewî, Fermandarê baregeha Bergiriya asimanî ya Xatem ul-Enbiya (S) ya Îranê û serdar sertîp Emîrelî Hacîzade, Fermandarê Hêza Hewa-Feza ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî û komeke fermandarên hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê li Yezdê (navenda Îranê) hat lidarxistin.

Radara sê-alî ya Qedîr bo cara yekem sala 2013 ji aliyê Sipahê va hat nimandin û heta niha heşt pergal ji van cûre radaran li seranserî Îranê hatine sazkirin.

Radara Qedîr ji cûreya pergala Fazî bi pêkhateyeke pirhejmar ji şander û wergiran bi awayê çar-bere  û bê-gerrîn û hereketa mekanîkî, raçavkirina 360 derece û birra 1000 kîlometre ye.

Ji taybetmendiyên berbiçav ên vê radarê vedîtina cûreyên balefirên xwe vedişêrin, qabiliyeta sekinîna li dijî cenga elektronîk, erzanbûn û berhemanîna li hundir e ku bi sê kesan dikeve operasiyonê.

Komara Îslamî ya Îranê di dabînkirina cûreyên radarên lêgerîn û keşfê da bêminet ji derve ye û di nava 20 welatên ku radaran çêdikin da di pileya dehem da ye.

 

Serepeyv