Cotmeh 05, 2020 20:10 Asia/Tehran
  • Îran-Zêde ji 3 hezar kesên din bi Koronayê ketin û 235 nexweşên Koronayî jî can dan

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro duşemê ragihand ku di 24 saetên dawiyê de zêde ji 3 hezar kesî bi Koronayê ketine û 235 nexweşên koronayî jî can dan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 3 hezar û 902 kesên din pozetîv derketiye ku ji wan derdora hezar û 953  kes di nexweşxanê de hatin razandinê û yên din piştî tedawî û dermankirinê çûn malên xwe. Bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye 475 hezar û 674 kesan.

Dr. Larî herwiha got: Heyf û mixabin di mideha 24 saetên dawiyê de 235 nexweşên Koronayê can dane û hejmara kesên ku heya niha ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane gihêştiye 27 hezar û 192 kesan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê herwiha got ku heya niha 392 hezar 293 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.

Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine gihêştiye derdora 36 milyon kesan ku ji wan zêde ji milyonek kesî jiyana xwe ji dest dane û  zêde ji 26 milyon kes jî baş bûne û vegeriyane ser mal û jiyana xwe.

Li Amerîkayê zêde ji 7 milyon û 600 hezar kesî bi Koronayê ketin û derdora 215 hezar can dane, di warê pêketina Koronayê û candayîna ji ber wê Amerîka welatê yekim e.  

Serepeyv