Xetîbzade:Lawaziya Ewropayê bi derketina Amerîkayê ji Peymana Navokî Îsbat bûye
Berdevkê Wezareta Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Piştî derketina Amerîkayê ji nav Peymana Atomî (Navokî) di sala 2018 de Ewropayê nîşan da ku çiqas di warê cihanîna pêsparteyên xwe derbarê ji holê rakirina boykotên li dijî Îranê yên di çarçova Peymana Navokî de lawaz e.
Berdevkê Wezareta Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade îro li press konferansekê de derbarê helwêsta nû ya wezîrê derve yê Almanyayê derbarê dirêjkirina boykotên çek û sîlahî ya li dijî Îranê got: Ger Ewropa ji bo rakirina van boykotan karekî neke ,eva terseyê soz û peyamanên wan e û eşkera ye ku Îran ji mafê xwe derbas nabe û kes jî nikare pêşiya wê bigire.
Xetîbzade got: Tewsiya Îranê ji bo sê welatên ewropî yên wekî Almanya, Brîtanya û Fransa eva ye ku hişyar bibin ku dîrok bi heq di vê barê de daweriyê dike ku kîjan aliyê Peymana Navokî lawaz e û soz û qirarên xwe cih neaniye.
Berdevkê Wezareta Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê derbarê gotinên wezîrê derve yê Erebistanê jî ku gotibû Îranê soz û peymanên xwe li gor peymana navokî cih neanîne û pêwîste zext û zor ser wê zêde bibe got: Ev gotinan komîk û dibin sedema kenînê ku hêjayî bersivdayînê nînin.
Xetîbzade got Erebistan û Rejîma Îsraîlê heqê xwe tinen ji peymana navokî biaxivin, çûnku her ji despêkê ve ew li dijî vê peymanê bûn.
Berdevkê Wezareta Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê derbarê hewldanên bi dizî yên Erebistanê derbarê enerjiya navokî got: Erebistan di çarçova NPT wezîfedar e di çarçova xwe dûrkirina ji sîlahên navokî bixebite û dest ji hewldanên veşartî berde.
Xetîbzade derbarê îdiaya Îmaratê derheq sê giravên Îranî li Kendava Farsê got: Bê şik ev sê girav ên Îranê ne û gotinên wiha nabin sedem ku Îran dest ji van giravên xwe berde.