Cotmeh 04, 2020 18:53 Asia/Tehran
  • Konferansa Yekîtiya Îslamî dê ji 29ê Cotmehê heta 3ê Mijdarê bi awayê înternetî were lidarxistin

Sêkrêtirê giştî yê Civata Cîhanî ya Liyeknêzikkirina Mezhebên Îslamî qala lidarxistina sî û çaremîn dora Konferansa Yekîtiya Îslamî hevdem digel Hefteya Yekîtiyê û rojên Jidayîkbûna Pêxemberê Îslamê (S) bi awayê înternetî kir.

Hemîd Şehriyarî, Sêkrêtirê giştî yê Civata Cîhanî ya Liyeknêzikkirina Mezhebên Îslamî roja Yekşemiyê li kêleka Civîna plandarêştin û hevahengiya lidarxistina Hefteya Yekîtiyê li nav nûçegihanan got: Îsal Hefteya Yekîtiyê beranberî 29ê Cotmehê heta 3ê Mijdarê ye û zêde ji 200 kesayetiyên derveyî ji Cîhana Îslamê dê derdora Yekîtiya Umeta bÎslamî biaxivin.

Şehriyarî her wiha got: Rêûrisma vekirina Konferansa Yekîtiya Îslamî dê roja 29ê Cotmehê beranberî 12ê meha RebîI ul-Evel û rêûrisma bidawîhatinê roja 3ê Mijdarê beranberî 17ê Rebîi' ul-Evel be.

Sêkrêtirê giştî yê Civata Cîhanî ya Liyeknêzikkirina Mezhebên Îslamî her wiha bi gotina vêya ku misilmanên cîhanê bi şaerzatiya tam bi karesata Vîrûsa Koronayê ra rûbirû bûn, got: Ciyawaziyên di reftarên miletên îslamî û miletên rojavayî an dewletê îslamî û dewletên rojavayî di rûbirûbûna bi vê mijarê ra hene ku dê yek ji mihwerên Konferansa Yekîtiya Îslamî ya îsal ev mijar be.

Hêjayî gotinê ye ku misilmanên sune roja 12ê û misilmanên Şîe roja 17ê meha Rebîi' ul-Evelê wek roja Jidayîkbûna Pêxemberê hêja yê Îslamî (S) dizanin.

Hezretê Îmam Xumeynî (Re), Xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê ku bixwe ji dawakerên yekîtiyê di Cîhana Îslamê da bû, ev mijar jibo yekîtî û lihevnêzikbûna komên îslamî bi kar anî û heyama navbera van du rojan wek Hefteya Yekîtiyê bi nav kir.

 

Serepeyv