Rêjîma Siyonîst hewil dide ku pevçûna navbera Ermenistan û Komara Azerbaycanê berdewam be
Sêkrêtirê giştî yê Civata Cîhanî ya Liyeknêzikkirina Mezhebên Îslamî tevî amajeya bi qewimîna pevçûnê navbera Komara Azerbaycanê û Ermenistanê, qala hewildana Rêjîma Siyonîst jibo pêkanîn û dewama vê pevçûnê kir.
Hemîd Şehriyarî, Sêkrêtirê giştî yê Civata Cîhanî ya Liyeknêzikkirina Mezhebên Îslamî roja Yekşemiyê di civîna alîkarên vê Civatê bi gotina vêya ku Rêjîma Siyonîst ji demek beriya niha va hewil daye ku têkiliyên xwe bi dewleta Komara Azerbaycan û Ermenistanê bişopîne, got: Destine peyda û nihênî plan darêştine ku ev pevçûn biqewime.
Sêkrêtirê giştî yê Civata Cîhanî ya Liyeknêzikkirina Mezhebên Îslamî got: Rêjîma Siyonîst gelek dixwaze ku hêzeke kanserê weke xwe li navçeyê pêk bîne û jibo vî karî mijûlî plandarêştinê ye.
Sêkrêtirê giştî yê Civata Cîhanî ya Liyeknêzikkirina Mezhebên Îslamî tevî pêgiriya li ser vêya ku şerê edlane dawîn rêkar jibo çareserkirina nakokiyan e, got: Aliyên şêrr li Qerebaxê divê herî zûtir gotûbêjê destpê bikin û kêşeya xwe bi vê riyê çareser bikin.
Şehriyarî her wiha got: Welatên îslamî divê hewil bidin ku ewlehiya erdnigariya Cîhana Îslamê wek umeteke yekîne û hakimiyeteke xwedayî dabîn bikin.