Serokê Komara Îslamî ya Îranê peyama pîrozbahiyê da mîrê nû yê Kuweytê
Cotmeh 04, 2020 18:49 Asia/Tehran
Serokê Komara Îslamî ya Îranê cîgeha mîrbûnê (emîrî) ji Şêx Newaf Ehmed Cabir Sebah pîroz kir.
Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Yekşemiyê din peyamekê bo Şêx Newaf Ehmed Cabir Sebah, mîrê nû yê Kuweytê dilniyayiya xwe diyar kir ku bi saya dewama rê û rêbaza rêbertiya wîya hekîmane, weke berê danûstandinên dostane û birayane navbera du welatan zêdetir ji berê berfireh bibe û ewlehî û aramî li navçeyê zêdetir bibe.
Rûhanî her wiha ji Xwedayê mezin, tendurustî û serketin jibo mîrê nû yê Kuweytê û serfirazî û jiyana baş jibo gelê misilman ê vî welatî hêvî kir.