Wezareta derve ya Îranê derbarê desdirêjiya ser axa Îranê hişyarî da Komara Azerbaycan û Ermenistanê
Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê aliyên şer û pevçûna Qerebaxê hişyar kirin ku her desdirêjiya ser axa Îranê ji aliyê welatên di nav şerê Qerebaxê de qet nayê tamulkirin.
Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade îro di bersiva nûçegihanan derbarê ketina roket û mûşekên aliyên şerê Qerebaxê nav axa Îranê got: Liv û tevgerên ser sînorê me bi hestyareke zav ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê tê şopandin.
Xetîbzade di dewamê de diyar kir ku em nikarin desdirêjiya ser axa xwe ji aliyê welatên di nav şerê Qerebaxê de tamul bikin û di vê barê de me aliyên vî şerî bi cidî hişyar kirine.
Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê car din xwest ku yekperçetiya axa Komara Azerbaycanê divê were berçavgirtin û ji aliyê din ve divê xelkê sivîl nekeve ber van êrişan û pêwîst e can û malên wan werin parastin û mesela din eva ye ku pêwîste şerê vê demê ser Qerebaxê were rawestandin û nakokî û pirsgirêkên heyî ji riya dîplomatîk û gotûbêjê çareser û safî bibin û di vê çarçovê de Komara Îslamî ya Îranê amade ye alîkariyê bike.
Di van rojên dawiyê de di encama şer û pevçûnên navbera Komara Azerbaycan û Ermenistanê çendîn roket û hawan li gund û deverên Îranê yên ser sînor ketin ku di encamê de zarokeke 5 salî yê îranî birîndar bû.