Girtina sebebkarên şehîdkirina 3 hêzên Sipahê Pasdaran li başûrê rojhilatê Îranê
Biryargeha Qudsê ya hêza bejahî ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê li başûrê rojhilatê welêt diyar kir ku sebebkarên şehîdkirina 3 hêzên Sipahê Pasdaran girtin.
Pêwendiyên Gelêrî û Propagandaya Biryargeha Qudsê ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê îro daxuyaniyeke nivîskî weşand û tê de ragihand ku bi saya xebat û şopandinên cidî yên îstixbaratî û operasiyonê yên hêzên biryargeha Qudsê ya hêza bejahî ya Sipahê Pasdaran, van hêzan karîn sebebkarên sereke û kêsên ku piştgiriya wan kirine bigirin.
Roja sêşemê 29 Îlonê komeke terorîst bi erebeyekê li şaristana Nîkşehrê êriî du erebeyên nehiya berxwedana besîc kirin ku di encamê de 3 hêzên Sipahê Pasdaran şehîd kirin û yek jî birîndar kirin û yek jî birîndar kirin.
Di encama vê pevçûnê de du terorîst jî hatin kuştin.